Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Dijî Amerîka de Fîlîstînîyek Hate Kuştin


Xwepêşanderên Fîlîstînî û polîsên Îsraîlî (Arşîv)

Fîlîstînîyan îro Înê xwepêşandanên nû yên dijî Amerîka li dar xistin û di wan xwepêşanan de herî kêm yek kes li Kerta Gaza hate kuştin.

Karbidestên saxlemîyê ji Reutersê re ragihand ku di encama gulebarandina polîsên Îsraîlî de Fîlîstînîyekî 24 salî hate kuştin û 10 xwenîşanderên din jî birîndar bûn.

Dîdevanan ragihand ku li bajarê Bethlehem ya cîhl dayikbûna Îsa Mesîh, jiber şewitandina tekeran (dolab) dûkelên stûr li esman bilind bûn.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Pêncşemê pêşnîyara redkirina biryara Amerîka ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê bi awayekî pir xurt red kiribû.

Piştî birtyara Trump ya nasîna Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê û veguhastina balyozana Amerîkî ji wî bajarî re, li herêmên Fîlîsîtîyan û li gelek welatên Misilman xwepêşandanên protesto têne kirin.

XS
SM
MD
LG