Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Aştîyeh: Divê ligel Îsraîlê Çareserîyeke Sîyasî Hebe


Serokwezîrê Fîlîstînê Mihemed Aştîyeh

Serokwezîrê Fîlîstînê Mihemed Aştîyeh îro Duşemê dudilîya xwe ser konferansa bi pêşengîya Amerîka dîyar kir ku, li ber e, di meha were de li Bahreynê were darxistin.

“Divê bi Îsraîlê re çareserîyeke sîyasî hebe ku pirsgirêkên girîng yên wek kêşeya sînoran gotûbêj bike, lê di naveroka konferansa li Bahreynê de tiştekî wiha tuneye,” Aştîyeh di cîvîna kabîneya xwe de got.

Wî îdia kir ku krîza dirav ku Fîîstînî niha rûbirû mane, encama şerê darayî ye ku dijî wan de hatiye destpê kirin.” Emê ti car situyê xwe hember wî şerî xwar nekin û mafên xwe bi pere nefiroşin,” Aştîyeh got.

Washingtonê ragihandibû ku ger çareserîyeke sîyasî ya ligel Îsraîlê pêk were, ew yek wê di berjewendîya Fîlîstînîyan de be.

Qesira Sipî dîyar kir ku ewê di hefteyên were de hûrgilîyên planeke nû ya Rojhilata Navîn ji bîragiştî re eşkere bike.

XS
SM
MD
LG