Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlîstînîyan û Misilmanên Cîhanê Biryara Trump Protesto Dikin


Fîlîstînî alên Îsraîlî dişewitînin. Gaza 07/12/2017
Fîlîstînî alên Îsraîlî dişewitînin. Gaza 07/12/2017

Li seranser cîhana Erebî û Misilman, bi hezaran xwepêşander di nimêja Înê de herikîn kolanan ku hevgirtina xwe bi Fîlîstîyan re ragihînin, piştî ku Serokê Amerîka Trump Orşelîm wek payaxta Îsraîlê nas kirûbû.

Bi hezaran Fîlîstînî di “roja hêrsbûnê” de li Kenara Rojava, Gaza û li Orşelîma Rojhilat dijî biryara Trump xwepêşandan li dar xistin.

Piştî ku Trump biryara xwe eşkere kir li Fîlîstîn û gelek dewletên Mislilan xwepêşandan destpê kirin û di yên Fîlîstînê de 31 kes roja Pencşemê birîndar bûn.

“Kî ku balyozxaneya xwe veguhezîne Orşelîma dagirkirî wê bibe dijminê Fîlîstînîyan û bibe armanca grubên Fîlîstînîyan. Em heta azadbûna Quds û hemî Fîlîstînê întîfada radigihînin,” rêberê Hamasê Fathy Hammad got.

XS
SM
MD
LG