Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Fîlîstînî Hember Biryara Trump Îro Dîsa li Kolanan Bûn


(Arşîv)
(Arşîv)

Fîlîstînîyan di hefteya çaran de, îro Înê careke din xwepêşandanên dijî Amerîka li dar xistin ku Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlî nas kiriye

Karbidestên saxlemî yê Fîlîstînî ragihand ku di encama gulebarandina polîsên Îsraîlî de herî kêm 20 kes, ku piranî li seranser sînorê Gaza ne, birîndar bûn.

Berdevkeke artêşa Îraîlî ji Reutersê re got ku leşkerên wan teqe tenê wan wan kesan kirine ku xeterî ji hêzên wan re çêdikirin û hewil didan ku zararê bigehînin dîwarên ser tixub.

“Dora 4,000 Fîlîstînîyên seranser Kenara Rojava û Gaza, ku hinek ji wan keviran û kokteylên molotof davêtin, hinekên din jî tekeran dişewitandin, derketin pêş leşkerên Îsraîlî û hêzên me jî bi neçarî bersîva wan dan, “ heman kesê got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî biryara Trump ya nasîna Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê û veguhastina balyozana Amerîkî ji wî bajarî re, li herêmên Fîlîsîtîyan û li gelek welatên Misilman xwepêşandanên protesto têne kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Pêncşema borî pêşnîyara redkirina biryara Amerîka ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê, red kiribû.

XS
SM
MD
LG