Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Careke Din Ket Hindurê Palmîra ya Dîrokî


Palmîra

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Çarşemê da zanîn ku Artêşa Sûrîyê ku Rûsya hevalbendê wê ye jinûve ket Palmîra ku ji Berfanbarê vir ve di dest DAIŞ’ê de ye.

Çavkanîyên medya yên nêzî Hizbullahê jî piştrast kirin ku artêş ji rojavayê Palmîra ketîye wî bajarî.

DAIŞ'ê ji destpêka şerê Sûrîyê ve du car bajarê dîrokî bi temamî xist bin kontrola xwe.

Artêşê di Adara 2016'an de Palmîra bi şûnde sitandibû, lê DAIŞ'ê ew der di Berfanbarê de careke din ji dest artêşê derxist.

Rêxistina tundrê, di her du caran de jî gelek berhemên dîrokî yên Palmîra şikandin û şewitandin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ev kiryar wek qatlîama şer bi nav kir.




XS
SM
MD
LG