Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Palmyra Hat Rizgarkirin Lê Muzexane Wêran Bûye


Palmira

Piştî leşkerê dewleta Sûrî, kontrola bajarê Palmyra (Tedmur) kir û ji destên çekdarên dewleta Îslamê (Daişê) deranî, hat dîtin ku, muzexaneya bajêrê Dîrokî hatiye wêrankirin.

Rizgarkirina bajarê dîrokî Palmîra ji aliyê leşkerê Sûrî de serkeftina herî mezine bi ser Daişê de ji dema agirbesta li Sûriyê di meha derbasbûyî de hatî ragihandin heya niha.

Kenalê fermê yê televizyona dewleta Sûrî hind dîmenên navenda bajarê dîrokî û muzexaneya vekirî ya bajêr nîşan da, di dîmenan de qebarê wêrankairya parçên entîk û peykerên dîrokî yên beriya 1800 salan xuya dike, Daişê parçên entîke û peykerên dîrokî têkdane, hind ji wan bi madê dînamêt teqamdine û hind parşên din serûsîmayên wan perçan xerab kirine.

Berpirsê giştî yê Şûnewarên dewleta Sûrî Mamun Ebdulkerîm jib ajanas AP daye xweyakirin ku dema wî dîmen di tyelevziyonê de dîtine, ew şok bûne, Ebdulkerîm dibêje, ewê di demek zû de piştî muzexane ji bombeyên Daişê tê paqijkirin, ewê here Palmîra, jibo destnîşankirina ziyanên gihane bajar û muzexanya dîrokîk ku,dîroka hina perçan gihane berîya 1800 salan û hind ji wan yên serdema Romaniyan e.

Wek tê zanîn ku, sala par 2015ê meha Gulanê çekdarên Daişê bajarê Palmyra (Tedmur) dagîrkir bû, gelek kes li qada muzexana dîrokî ya bajêr li sêdrê dabûn.

XS
SM
MD
LG