Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje DAIŞ Bajarê Palmyra ya Dîrokî Kontrol Dike


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku DAIŞ bajarê qedîm yê navdar Palmyra, ku ji Romayîyan mabû, bi temamî xistiye bin kontrola xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, DAIŞ derengîya Çarşemê bajarê 2,000 salî ku di lîsteya Mîrasa Cîhanî ya UNESCO ye, kontrol kir.

Heta niha ti agahî nehatine ku mîlîtanên DAIŞ'ê zarar dane wî bajarî, lê berê kî çend bajarên din ji alîyê wê koma tundrê ve hatibûn wêran kirin, bi sedema ku ew dijî Îslamîyetê ne.

Rêvebirê Berhemên Antîk yê Sûrî Maamoun Abdulkarim got, wan bi sedan peyker ji Palmyra derxistin, berî ku DAIŞ bigeheje wî bajarî.

XS
SM
MD
LG