Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Giheştine Ber Bajarokê Palmyra


Hêzên Sûrî yên bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî ber bi bajarokê dîrokî Sûrî Palmyra ve nêzîk dibin ku wî bajarokî ji destê DAIŞê bistînin.

Karbidestên xwecîhî û Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêjin, hêzên hikûmeta Sûrî xwe gîhandin hêla başûr û rojavayê Palmyra.

DAIŞê di meha Gulanê de bajarok xistibû bin kontrola xwe û zîyaneke mezin dabû berhemlên antîk yên li bajarokî ku ji alîyê UNESCO ve wek mîrasa mirovahî hatibûn parastin.

Piştî ku DAIŞê hîn berhemên davdar hilweşandibûn, berpirsa UNESCO Irina Bokova kiryarên wê rêxistina tundrê şermezar kiribû û wek kiryarên dijî mirovahîyê bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG