Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa SANA Dibêje Hêzên Hikûmetê Ketine Nav Bajarokê Palmyra


Ajansa dewleta Sûrî, SANA dibêje, hêzên hikûmetê ketine nav bajarokê dîrokî Palmyra ku nêzîkî salekê ye di destê DAIŞ’ê de ye û gelek berhemên antîkî hatine wêran kirin.

SANayê îro Pêncşemê got ku hêzên hikûmetê bi piştgirîya firokên Rûsî karîbûn tekevin nav bajarokê Palmyra. Çekdarên DAIŞ’ê jî bi hoparloran bang li rûniştvanan kir ku cîh û warên xwe biterkînin û ji bajêr derkevin.

SANAyê herwiha hin dîmen nîşan dan ku firokên Rûsî li esmanên Palmyra difirin, helîkopterên rejîmê bp roketan êrîş dikin û hêzên bêjeyî jî ber bi bajêr ve pêşve diçin.

DAIŞ’ê di meha Gulanê de bajarok xistibû bin kontrola xwe û zîyaneke mezin dabû berhemlên antîk yên li bajarokî ku ji alîyê UNESCO ve wek mîrasa mirovahî hatibûn parastin.

Piştî ku DAIŞê hîn berhemên davdar hilweşandibûn, berpirsa UNESCO Irina Bokova kiryarên wê rêxistina tundrê şermezar kiribû û wek kiryarên dijî mirovahîyê bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG