Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panêlek Taybet Ser Pirsgirêkên Xortan li Cîhanê


Avahiyê Newseum
Avahiyê Newseum

Li Washington VOA Dengê Amerîka dê roja Çarşemê 08.082018, li demjimêr 10 -11 li gor dema navxwe ya Wshington, panelek taybet bo pirsgirêkên xortan li cîhanê dê li hola avahiyê Newseum ête encam dan, panalîstên xort yên ji herêmên cûda dê beşdar bibin û bersiva pirs û pirsgirêkên xortan bidin, panêl bi silogana "Fikr û Ramanên Ciwanên Rêvebir", bihê encam dan.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka VOA dixwaze Pirsgirkên xortên Kurd û daxwaz û xemên wan çine, bigihîne wê panêlê.

Ji We yên hêja daxwaz dikîn, ger ku bixwazin beşdariyê bi pirsên xwe di panêlê de bikin, bersiva pirsek yan jî van hemû pirsên jêr bidin.

  • Diyartirîn Pirsgirêkên Gencan li Welatê We Çine? Çareserî Çiye?
  • Rolê Siyasetvanan Çiye, di Çareserkirina pirsgirêkên Gencan de?
  • Çima gelek ji xortan naxwazin beşdariyê di prosesa Siyasî de bikin?
  • Teknolojiya nû çi bandor liser delîva kar û wezîfeyan heye li Welatê We?
XS
SM
MD
LG