Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belgeyên Pandora Agahîyên Balkêş Derbarê Fînansên Hinek Rêberên Cîhanê Eşkere Dikin


Hejmareke rêberên niha û yên berê ji seranserê cîhanê bi dizî dirav û mal û milk li seranserê dunyayê kom kirine, li gor belgeyên nû ku roja Yekşemê hatine belav kirin.

Belgeyên ku bi navê Belgeyên Pandora tên zanîn, dîyar kir ku rêberên çend welatan milkên xwe ji derveyî welatên xwe veşartibû û hinekan ji wan jî hesabên bankan bi dizî li welatinî din vekiribû.

Belgeyên Pandora ku bi sedan rojnamevan li ser xebitîne, eşkere dikin ku di nav wan rêberan de Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokwezîrê berê yê Brîtanya Tony Blair, Serokwezîrê Komara Çekê Andrej Babis û Qiralê Urdunê Abdullah cîh digirin.

Li gor van belgeyan, 29,000 hesabên bankan girêdayî van kesayetîyan û gelekên din li çend welatên wekî Swîsra, Sîngapora, Qibris, Belize û Giravên Virgin yên Brîtanî hatine belgekirin.

Ev vekolîna 12 mîlyon belgeyan ji 14 jêderan ji alîyê Komela Navnetewî ya Rojnamevanên Vekoler ve hate birêve birin. Di projeyê de 650 rojnamevan ji seranserê cîhanê beşdar bûn.

XS
SM
MD
LG