Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Panelek li Ser Pirsa Kurd li Brookings Institute li Washington


Bi helkefta hatina şandeya partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), navenda Brookings ya lêkolînên stratêjî li Washington semînereke berfireh jibo gotûbêjkirina kêşeya Kurd li Tirkîyê û pirsên girêdayî wê li herêma Rojhilata Navîn lidar xist.

Panelîstan bal kişandin ser girîngîya pirsa Kurd li Tirkîyê û rewşa ku nuha welat têde derbas dibe. Her wisa behsa gelek mijarên din hatine kirin wekî pirsa PKK’ê û siyaseta hikûmeta Tirkîyê hemberî wê.

Hêjayî gotinê ye kesên beşdarî vê semînarê bûn ev bûn: Siyasetvanê navdar Ehmed Turk, Hevserokê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak.

XS
SM
MD
LG