Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Revandina 317 Xwendekarên Keç li Nîcerya Şermezar Dike


Pope Francis li meydana St. Peter's Basilica

Papyê Vatîkan, papa Francis roja Yekşemê di dema nivêja roja pîroz de li Vatîknaê revandina keçan li Nîcerya bi “Revandinek bêşermane” bi nav kir, li meydana "St. Peter's Basilica" ya Vatîkanê dema nivêja girseyî ya heftane got"Xûşk û birayên birêz ez dengê xwe didim pal dengê oldarên Nîcerya jibo şermezarkirina bêşermane ya revandina 317 keçên ciwan", Papa dîsan got "Em nivêj û dûa bikîn jibo keçên ciwan da ku bilez vegerin malên xwe" Papa tekez li ser "nêzîkbûna xwe" ya wan keçan û malbatên wan kir.

Şeva Pêncşembê li ser Îna borî, dehan çekdaran bi ser dibistana gundê Jangibî yê herêma Zamfara ya li bakurê rojhilatê Nîcerya de girtbû û 317 xwendekarên keç ji avahiyên xwednekaran revandbûn, nêzî 50 xwendekar reviya bûn û xwe rizgarkirbûn.

Ev bûyera revandinê yek ji nûtirîn êrîşên revnadinê bûn ku komên çekdar yên tawankar li navend û bakurê rojavayê Nîcerya encam didin.

Hertim komên çekdar yên jîhadîst û Îslamiyên radîkal herwiha yên tawankar êtîşên bi vî awayî pêk tînin.

XS
SM
MD
LG