Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Beşdarîya Bûyerek Olî ya Dîrokî Dike li Îmaratan


Papa Francis û Şêx Ahmed el-Tayeb, Şêxê Ezherê hevdu hembêz dikin

Roja Sêşemê papayê Vatîkanê Francis serkêşiya bûyerek olî pîroz kir li Îmaratên Erebî ku, tê texmîn kirin 135,000 kes beşdarî vê nimayişa bi heybet bûn ya ku li bajarê werzişî yê Şêx Zayid Bin Sultan li Abu Zabî hat encam dan.

Cara yekê ye di dîroka welatên Kendavê de ewqas bawermendên ola Kirstiyanan amade bibin.

Di Peyva dîrokî de, ya roja Duşemê di civîna ligel lîderên olan ji wana Îmamê Ezherê, papa Francis banga bidawî kirina şerên li Rojhilata Navîn kir. Bi taybet şerên li Yemen, Sûriya, Îraq û Lîbya, û got di dîdara "biratiya di mirovahiyê" de, weke nûnerên olan li cîhanê tê xwestin ku divê bi zelalî û bi erêkirina her hemûyan peyva "şer" bihê red kirin.

Ji derveyî papa Francis, Şêx Amad El-Tayib Îmamê Ezherê û nûnerên olên mezin li cîhanê weke olê Îslamê,Kirstiyan, Jihu, Buzî û Hindusan amade bûbûn.

Roja Sêşemê bûyera gehştina hev ya berpirsên olanên mezin i cîhanê, li welatên Erebî yên Yekgirtî dê bi dawî bibe.

Li Îmaratên Erebî yên Yekgirtî (UAE) nêzî milyon bawermendên dêra Katholîkî hene bi armanca karkirinê û debarekirina malbatên xwe hatine Îmaran kar dikin.

XS
SM
MD
LG