Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vatîkan jibo Seredanê Belgeya Lêdana Vaksînê Dixwaze


Tourists have their Green Pass checked by keepers at the entrance of the Vatican Museums, Aug. 6, 2021.
Tourists have their Green Pass checked by keepers at the entrance of the Vatican Museums, Aug. 6, 2021.

Vatîkan ji kesên ku dixwazin serdana bajar yan ji Dêra Sistinê bikin, belgeya lêdana vaksîna vîrusa korona dixwaze.

Ji 1ê meha Cotmehê pê ve, divê runiştvan, karmend û geştîyar belgeya vaksîna Covid-19ê nişan bidin an ji encama testên negatîf ya COVID-19ê ku bikaribin derbazî bajarê bibin ku li navenda bajarê Roma ye.

Ew biryar îro Duşemê hat derxistin, lê di biryarê de hate gotin ku kesen ku jibo ayînê tên Dêra St. Peterê, ne hewceyê ku “Belgeya Kesk” nîşan bidin. Le divê ew kesan jî maskê bi kar bînin, dûrketina cîvakî pêk bînin û piştî ayînê jî vir derkevin.

Li Îtalya, divê xelk li cîhên girtî yên wekî xwaringeh û sînemayê “Belgeya Kesk” nîşan bide û divê karmendên devlet û kompanîyên taybet li kar mask bi kar binîn.

Papa Francis pişgirîya lêdana vaksînê dike û bang li gel dike ku bo hezkirina mirovên din vaksînê li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG