Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis bi Desteya Kardînalan re Kom Dibe


Papa Francis îro Înîyê bi Desteya Kardînalan re kom bû û daxwaz ji wan kir ku rê li ber reşbînîyê venekin.

Papa Francis ê 76 salî, roja Sêşemê wek papayê nû hatibû hilbijartin. Ew Arjantînî ye û papayê yekê ye ku ji Amerîkaya Latînî ye.

Li ber e, Papa Francis sibe Şemîyê ligel rojnamevanan bicive û roja Yekşemê jî ji balkona xanîyê papatîyê gotarekê girseyî pêşkêşî bawermendan bike.

Papa Francis do Pêncşemê bi dest bi karê xwe yê nû kiribû, wek rêberê olî yê 1.2 mîlyar Roman Katolîkên cîhanê.

Hefteya were merasîmeke fermî li ber e ku tê çaverê kirin ku şandeyên navnetewî jî pişikdarî lê bikin. Di nav wan kesan de Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden jî heye ku bi xwe jî Katolîk e.
XS
SM
MD
LG