Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Serdana Kampa Auschwitz Kir


Papa Francis ku serdana xwe ya Polonya didomîne, îro Înê serdana kampa Auschwitz-Birkenau ya Nazîyan kir û bi bêdengî di bin nivîsa wê de meşîya.

Papa Francis ku kincên sipî û serê xwe xwar, di bin tabela ku "Arbeit Macht Frei" anku "Karkirin We Azad Dike" dinivîse, meşîya û rêza nêzîkî mîlyonek qurbanîyên Cîhû girt.

Papa li nav odeyeke biçûk ya kampê bêdengî rûnişt û qurbanî bi bîr anîn.

Wî dû re ligel kal û pîrên ku ji kampê sax filîtên kom bû û mûmek vwexist û li ser Dîwara Mirinê, ku girtî lê dihatin kuştin, danî.

XS
SM
MD
LG