Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên Civakên Olî yên Duhokê Hatine Papa Francis Dinirxînin


Duhok, pppe francis

Seredana papayê Vatîkanê ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dîrokî ye jiber tevî rewşa nearam û metrsîya hebûna DAIŞ û xeterîya vîrusa koronayê cara yekê ye serdana wî welatî dike.

Li Duhokê çend Misilman, Êzîdî û Krîstîyan li ser vê seredanê axifiê.

Hin kesitîyên Êzîdî xwest ku papa seredana Lalêş yan awareyên Şengalê kiriba jiber malwêranîya bi sere Êzîdîyan ve hatiye.

Şemal Berçî wek kesek bisilman vê seredanê bi seredaneke menewî dide zanîn û dibêje ku papa kesek mîyanrewe û dîyar dike Îraq û Herêma Kurdistanê cîhê hem ol û netewan e.

Mînas Maltayî wek kesekî Mesihî vê rojê bi rojeke dîrokî dibîne û dibêje ku papayê Vatîkanê hilgirê aştî û azadiya deverê ye.

Hêjayî balkişandinê ye di sê rojên seredana papa Francis ya Îraqê û Herêma Kurdistanê dê seredana Mûsil û deşta Mûsilê bike û nivêja herî mezin dê li Hewlêrê bi beşdarîya 10 hezar kesan encam bide.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00

XS
SM
MD
LG