Lînkên eksesibilîtî

Papa Francis Banga Rêzgirtina Mafên Mirovan li Myanmarê Dike


Papa Francis îro Sêşemê bang li rêberên Myanmara bi piranî Budîst kir ku pêgirî bi dadmendî û mafên mirovan bikin û rêz li hemî komên etnîkî û nasnameyên wan bigirin.

“Siberoja Myanmarê divê aştî be ku ew jî li ser bingeha rûmet û rêzgirtina mafên hemî endamên civakê û nasnameya wan be û serwerîya qanûnê desthilatdar be û sîstemeke demokratîk bi cîh be ku her civak bikaribe bo qencîya hevbeş tê de bijî.”

Papa Francis di axaftina xwe de peyîva “Rohingya” bi kar neanî ku nebe pirsgirêke dîplomatîk, lê di axaftinê de zelal dibû ku mebesta wî kêmanîya Misilman e ku dewleta Myanmar wan ne wek hemwelatî, ne jî mîna kêmanîyeke etnîkî dibîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji meha Tebaxê vir ve pirtir ji 620,000 mirovên ji Rohingya, jiber eciqandin û tepeserkirina artêşê revîn Bangladeşê û Washingtonê ew yek wek “kiryarên hovane” yên bi armanca “paqijîya etnîkî” bi nav kiribû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG