Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Bang li Artêşa Myanmarî Dike ku Girtiyên Sîyasî Berde


Papa Francis

Papa Francis îro Duşemê bang li rêberên leşkerî yên cuntaya Myanmar kir da ku girtîyên sîyasî azad bikin û rîya demokrasî ya welat ku bi darbeyê hatîye hilweşandin vebikin.

Papa di axaftina xweya salane ya bo dîplomatên ji zêdetirî 180 welatan de ser darbeya leşkerî ya li Myanmar ya hefta borî axifî.

Ev 3 roj in ku li seranserê Myanmar dijî darbeya leşkerî ya artêşê û girtina seroka hilbijartî Aung San Suu Kyi xwepêşandanên mezin diomin.

Papa di axaftina xwe de dilsozî û nêzbûna xwe ya bi gelên Myanmarê dîyar kir ku ew di 2017'de çûbû serdanê.

Papa destnîşan kir ku rêka demokrasiyê ya ku di van salên paşîn de hate bi darbeya hefteya borî bi rengekî req hate qut kirin.

"Ev bûye sedema zindankirina serokên cûda yên sîyasî, yên ku ez hêvî dikim ewê wek nîşana cesareta bo danûstandineke dilpak ku başîya welat armanc bike, demûdest werin azad kirin, ” Francis got.

Axaftina Papa ya bo diplomatan re carnan wek navnîşana wî ya 'Rewşa Cîhanê' tê binav kirin jiber ku ew ser pevçûn û pirsgirêkên navneteweyî yên li seranserê cîhanê disekine.



XS
SM
MD
LG