Lînkên eksesibilîtî

Papa Francis li Vatîkanê ligel Nadia Murad Axifî


Pope Francis û Nadia Murad

Papa Francis roja Çarşemê, piştî ayîna girseyî li Vatîkanê pêşwazîya berevankara mafên Êzîdîyan, Nadia Murad kir û piştgirîya xwe bo doza civata Êzîdî û hewlên Murad ragihand.

Bizavkara Êzîdî Nadia ji hesaba xwe ya Twittere ragihand ku wan kêşeya kêmanîyan lî Îraqê û rewşa jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî gotûbêj kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Murad jiber xebatên wê yên ser nave jinên Êzîdî yên revandî, ji alîyê Neteweyên Yewkbûyê ve, sala borî wek balyoza nîyetwencî hatibû erkdar kirin.

Nadia herwiha ligel jineke din ya Êzîdî, Lamiya Hacî Beşar, ji alîyê Parlemana Ewrupî ve hêjayî Xelata Sacharov ya 2016’an hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG