Lînkên eksesibilîtî

Papa Francis Cara Yekê Peyîva 'Rohingya' bi Kar Anî


Papa Francis di serdana xwe ya Asya de, îro Înê dema qala penaberên ku ji Maynmarê revîne dikir, cara yekê peyîva “Rohingya” bi kar anî.

“Hebûna Xwedê îro li vê derê herwiha wek Rohingya tê zanîn,” wî piştî hevdîtina ligel 16 penaberên ku kampên nêzî sînorê Myanmarê, ji Daka ya paytaxta Bangladeşê re hatibûn anîn.

“Li ser navê wan kesên ku êş dane we, êşkence li we kirine, ezê daxwaza lêborînê ji we dikim. Ez bang li dilên we yên fireh dikim ku me bibexşînin,” Papa Francis got.

Pirtir jî 625,000 Misilmanên Rohingyayî ji Tebaxa vir ve, jiber eciqandin û tepeserkirinên artêşa Myanmarî direvîn Bangladeşa cîran.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG