Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Papa Francis bi Rêberê Şîa Sîstanî re Bicive


Dema Papa li Misirê (Arşîv)
Dema Papa li Misirê (Arşîv)

Rêberê ruhanî yê Keldanîyan li Îraqê Kardînal Louis Raphael Sako roja Pêncşemê ragihand ku Papa Francis wê bi rêberê Şîa Alî Sîstanî re hevdîtinekê bike.

Sako got ku li ber e seredana Sîstanî di navbera 5 û 8ê Adarê pêk were.

Vatîkanê jî daxuyanîya Sako piştrast kir, lê bal kişand ku dibe ku jiber rewşa pandemîya korona ew seredan were paşxistin.

Sako herwiha da zanîn ku Papa Francis plan dikir ku seredana Îraqê bike, lê jiber du peywendîyên hefteya borî ew seredan hat betal kirin.

Wî da zanîn ku Papa bi wê seredanê dixwest moral bide Krîstîyanên Îraqê ku ji mêjve di bin gefên tundrêyan in û bi awayekî berbiçav ji Îraqê derdikevin, diherin welatên din.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Papa Francis salên dirêj e ku hewil dide peywendîyên Krîstîyanan bi Misilmanan re baştir bike.

XS
SM
MD
LG