Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Banga Daxistina Alozîyên li Rojhilata Ukrayna Dike


Papa Francîs
Papa Francîs

Rêberê ruhanî yê Krîstîyanên Katolîk yên cîhanê Papa Francis îro Yekşemê di axaftina xwe ya heftane de banga daxistina aloziyên li rojhilata Ukrayna kir û jiber zêdebûna hêzên leşkerî li heremê fikarên xwe anîn ziman.

Papa Francis, piştî zêdeyî mehekê ye, cara yekê ya bi rengekî zindî li pêş girseyeyê axaftina xwe pêşkeş kir.

"Ji kerema xwe re! Ez bi xurtî hêvî dikim ku zêdebûna alozîyê dikare were rawestandin. Berevajîya vê yekê, bo avakirina pêbawerîya beramber, pêşxistina lihevhatinê û geşkirina aştîyê pêwîstîya gavên nêtabaş heye, jiber ku him ew qas hewce ye û hem jî tê xwestin, " Papa got.

Alozîya di navbera Moskow û Kîevê de jiber zêdebûna leşkerên Rûsî yên li ser sînor û pevçûnên li rojhilatê Ukrayna di navbera artêş û cûdaxwazên ku alîgirê Rûsya ne de, her diçe zêde dibe.

Francîs, ji pencereya Qesra xwe ji çend sed kesên ku li Qada St. Peter re peyivî.

"Ji Xwedê re spas dikim ku em dikarin li vê qadê dîsa bi hev re bicivin. Ez tiştek ji we re bêjim - ez bêriya vê qadê dikim. Gava ku ez mecbûr dibim ku ji pirtûkxanê biaxifim, ez kêfxweş nabim. Ji Xwedê re spas dikim û jibo hebûna we spas dikim, " Papa got.

Papa hrwiha got, ew çalakîya leşkerî ya zêde bi fîkar dişopîne û ew binpêkirinên peymana agirbestê yên di çend mehên dawî de şermezar dike.

XS
SM
MD
LG