Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Bajarvanîya Parîsê Girveaux ji Hilbijartinê Vekişî


Bajarê Parîs
Bajarê Parîs
Berbijarê bajarvanîya Parîsê Benjamin Girveaux jiber dîmenên wî yên seksê yên li ser medya civakî belav bûne, ji hilbijartinê vekişî.

Benjamin Griveaux bi nîşandana Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bûbû berbijarê bajarvanîya Parîsê.

Griveaux, ku berê berdevikê hikûmetê bû, ji AFP’ê re da zanîn ku wî jiber ‘’berevanîya malbata xwe’’ biryara vekişînê daye.

‘’Li Medya civakî û malperên înternetê dijî kempeyna rezîl dane destpê kirin. Malbata min vê yekê heq nake’’ Griveaux got.

Jimareke sîyasetvanên ji partîyên cuda ser belavbûna dîmenên seksê yên Griveaux daxuyanî dan.
"Divê jîyana taybet û sîyaset nekevin nav hevdu. Divê bo jîyana taybet rêz hebe û bo hilbijartinê bila projeyên başkirina Parîsê têvebin pêşbazîyê’’
bajarvana Parîsê Anna Hidalgo, ku bo hilbijartinê careke din berbijareke xurt e, dîyar kir.

Hilbijartinên bajarvanîya Parîsê dê di meha pêş de çêbin û Griveax di anketên de dawî li rêza sisêyan bû.
XS
SM
MD
LG