Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Zêdebûna Pêketinên Korona li Parîsê Tedbîrên Nû Tên Girtin


Kolanên Parîsê

Hikûmeta Fransa dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li Parîs ya paytext û li dora wê tedbîrên nû bistîne.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex dê tedbîrên nû îro Duşemê ragihîne.

Çaverê ye ku hemî barên li Parîsê ji sibê Sêşemê pê ve girtî bin.

Restoran dê li gor hin tedbîrên nû yên paqijîyê tevbigerin û û heta 22:00 vekirî bimînin.

Ofîsa Serokwezîrîya Fransa bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew tedbîrên nû pêwîst in û dê bo du hefteyan nû bidomin.

Li Fransa, roja Yekşemê 12,565 pêketinên nû yên vîrusa korona hatibûn tespît kirin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa heta niha pirtir ji 658 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 32,246 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG