Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Hejmara Pêketîyên Korona ji 2 Mîlyonî Borî


Kolanên Parîsê

Hejmara pêketinên vîrusa korona li Fransa îro Sêşemê ji du mîlyonî derbaz kir, tevî ku di 30'ê Cotmehê de li qedexeya giştî ya derketina kolanan li wî welatî hatibû ragihandin.

Piştî pêketinên dawî, Fransa bi 2,036,755 bûyerên pêketinê, li dû Amerîka, Hîndistan û Brezîlya bûye welatê çaran ku herî zêde tûşbûna korona li wire çêdibin.

Dîsa, bi 45,000 mirinên ji COVID-19, Fransa li seranser cîhanê di rêza heftan de ye.

Li parzemîna Ewrupa heta niha nêzî 14.5 mîlyon pêketinên COVID-19 hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG