Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parîsê di Demjimêrên Rojê de Spora Derve Hat Qedexe Kirin


Karbidestên Fransî îro Sêşemê tedbîrên dijî vîrusa koranayê xurttir kirin û li paytext Parîsê bi armanca pêşîgirtina belavbûna korona çalakîyên sporê yên dervê, di navbera 10'ê serê sibê û 7'ê êvarê qedexe kirin.

Ev biryar hat dayîn piştî ku gelek sîyasetvan û doktorên Fransî nerazîbûna xwe dîyar kiribûn ku, tevî fermana hikûmetê ya li malê mayînê û ji hev dûr mayînê, hîn jî gelek mirov li kolanên Parîsê spor dikirin.

Ofîsa polîsên bajêr û şaredarîya Parîsê di daxuyanîyek hevbeş de got ku ji destpêka roja Çarşemê pê ve, destûr dê ji spora li dervê ve neyê dayîn.

Daxuyanî bal kişand ku kesên ku dixwazin li derve sporê bikin divê di navbera 7'ê êvarê û 10'ê serê sibê bikin.

Fransa bi armanca sekinandina belavbûna vîrusa korona ji 17'ê Adar'ê vir ve ji hemwelatîyên xwe re mecbur kiribû ku li malên xwe bimînin.

Ev tedbîr heta 15'ê Nîsan'ê hatîye dirêj kirin û dibe ku dê dîsa were dirêj kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Fransa hejmara herî dawîn ya kesên ku jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirine giheştiye 8,911 kesan.

XS
SM
MD
LG