Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzên Charles Taylor: Cezayê Pêşnîyakirî Pir Giran e


Awuqatên serokê berê yê Lîberya Charles Taylor daxwaza dozgeran ptotesto dikin ku 80 sal cezayê zindanê jibo wî daxwaz dikin, piştî ku ew bi tawanên dijî mirovahîyê hatibû mehkum kirin.

Parêzêrên Charles Taylor îro Înîyê çend belge pêşkêşî dadgehê kirin ku dibêjin, cezayên ku ji Charles Taylor re tên xwestin ne rewa ne û piranîya sûc û kuştinkarîyên serdema şer ya li Sierra Leone-yê davêje ser stûyê serokê berê yê Lîberyayê

Meha borî Dadgeha Taybet ya jibo Sierra Leone ya bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî, jiber 11 tawanan ceza dabû Charles Taylor ku kuştinkarî, destdirêjîya namusê, terorîzm, koledarîya seksî û amadekirina leşkerên zarok jî nav de hene.

Charles Taylor li dadgehê tawanên dijî xwe qebûl nekiribû û gotibû ku ew dê dijî wê biryarê serîlêdanê dadgehê bike.

Taylor ji sala 1946’an vir ve, serokê yekê yê dewletekî ye ku ji alîyê dadgeha navnetewî ve tê tawanbar kirin.

Li ber e dadgeh cezayê serokê berê yê Lîberya Charles Taylor li 30’ê Gulanê eşkere bike.

XS
SM
MD
LG