Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran ji Parêzerê Trump Belgeyan Dixwaze


Rudy Giuliani
Rudy Giuliani

Komîteyên Îstixbarat, Kontrolkirin û Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran ji parêzerên Serok Donald Trump, Rudy Giuliani belge xwestin.

Belgeyên komîteyan xwestine ser peywendîyên Trump û Giualiani yên bi Ukrayna re ne.

Giuliani berê qebûl kiribû ku Trump ji karbidestên Ukrayna xwestiye ku ser Joe Biden, ku bo hilbijartina seroktîyê berbijar e, lêpirsinê bike.

Civata Nûneran dixwaze ku ser Giuliani dest bi lêpirsînê bike û wî bangî îfadeye dayînê bike.

Demokrat îdia dikin ku Trump di axaftina bi Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy re bo ewlekarîya Amerîka metirsî çêkiriye.


Parêzerê Trump divê heta 15’ê Cotmehê belgeyan bişîne.

XS
SM
MD
LG