Lînkên eksesibilîtî

Fransa: Serok Trump dê di Cejna Nîştîmanî "Bastille"ê de Amade Bibe


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Fransa Emmanuel Macron.

Piştî doh roja Sêşemê serokê Fransa Emmanuel Macron daxwaznama amdebûnê ji serokê Amerîka Donald Trump re şand daku li cejna nîştîmana ya ketina Bastille ê beşdar bibe, daxwazname hatiye pejirandin û serok Trump 14 mehê dê li Parîs'ê be.

Serokatîya Fransa roja Çarşemê ragihand ku serok Trump dê roja 14 Tirmehê di meşa leşkerî, ya pîrozbahîya bîranîna roja "Bastille" de, beşdar bibe ku, weke cejina nîştîmanî ya Fransa tê naskirin.

Ofîsa serok Macron derbarê vê pirsê daxûyaniyek weşand û got "di çarşeva bîranîna 100 salan ya beşdarîya Amerîka di cenga cîhanî ya Yekê de, serokê Amerîka daxwaznama serok Macron qebûl kirîye û ewê roja Basttile li Parîs'ê bibe".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, têkiliyên fransa û Amerîka lawaz bûn, piştî serok Trump destpêka mehê, biryara derketina ji peymana Parîs ya Kilîmayê stend bû.

Sala par di heman bîranîna cejina nîştîmanî de li Fransa roja 14î Tîrmehê êrîşeka terorîstî bi kamiyonekê bo ser girseya gel li bajrê Nice pêkahat bû, dema gel li çalakiyên roja nîştîman mêze dikirin, di encama êrîşê de 86 kes hatbûn kuştin, DAIŞ'ê ew êrîş girt bû ser xwe û milîtanekê DAIŞ'ê yê ji Tunisê ew êrîş pêk anî bû.

XS
SM
MD
LG