Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nêzîk Parîsê Otombîlek Êrişî Leşkeran Dike


Florence Parly wezîra berevaniya Fransa ligel hejmarek leşkeran.
Florence Parly wezîra berevaniya Fransa ligel hejmarek leşkeran.

Hat nû kirin: Kenalê BFM TV, berî çenedekê ragihand ku polîsan li bakurê bajarê Parîs kesek girtiye tê gomankirin ku, ew kes be yê bi otombîlê êrîş birî ser hejmareka leşkeran û 6 leşker birîndar kirîn, lê hêşta zûye bêjin heman kese, polîs dide zanîn ku, bergomanê hatî girtin di dema hewildana girtîna wî de li dij polîsan çek bikar anîye û gule avêtine.

Roja Çarşemê otombîlek êrişî komeka leşkeran dike li dewrûberên bajarê Parîs, 6 leşker birîndar bûn, berpirs texmîn dikin ku, êrîşek terorîstî be.

Patrick Balkany hakimê Levallois-Perret jibo kenalê BFM TV ragihand ku, dema otmbîlek liser yek ji cadeyên herêmê rawestiya bû, û dît komeke leşkeran diçin ser erka xwe otombîlê çend caran bilezek zêde êrîşî wan dike û biser wan de diçe, di encam de 6 leşker birîndar dibin.

Wezîra berevaniya Fransa Florence Parly di derbarê bûyerê de got, şofêl bilezek zêde êriş kirîye ew niha lêkolînan dikin kanê çi li pişt "sedem û rewşa pêkhatina vê êrîşa tirsonek" heye û palderên encamdana êrişê çine.

Berpirsekî wezareta dadweriya Fransa gotiye, lêkonîvanên taybet bo lêpirsîna bûyerê hatine destnîşan kirin, ev bûyer yek ji zincîra êrîşên Îslamiyên radîkale li Fransa bû ser polîs û leşkeran yên bi hejmarek zêde, jibo ragirtina rewşa ewlekariyê li seranserî welatê Fransa hatin belav kirin, piştî dewleta Îsalamê DAIŞ'ê gefên êrîşên nû bo ser Fransa ragihandîn.

Çavkaniyên polîsan dan zanîn ku, leşkerên birîndar bilez gihandine nexoşxanê, birîna du leşkeran gelek girane.

XS
SM
MD
LG