Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransî Bo Piştevaniya Mamoste Û Azadiya Ramanê Dimeş In


Roja Yekşemê hezaran kes li seranserî Fransa piştevaniya xwe bo mamoste û azadiya raderbirînê dan diyar kirin, piştî ku mamosteyê dîrokê Samuel Paty roja Înê ji aliyê kesekî ku tê texmîn kirin, Îslamiyekê tûndrê bû hatî serjêkirin.

Ji Parîs heta Lyon, ji Marseille heta Lille girseya gel bi komên mezin hatin ba hev û deqîqek bêdengiyê weke rêzgirtin li ser giyanê mamosteyê hatî serjêkirin rawestiyan.

Serokwezîr Jean Castex li meydana de La Republique li Paris tevî wezîrê perwerdê yê Fransa Jean-Michel Blanquer û hejmarek siyasiyan ji hemû aliyan amade bibûn û silav dan ser giyanê mamsoteyê hatî kuştin û weke diyar kirina piştevaniya xwe bo mamsteyan amade bibûn.

Serokwezîr Jean Castex paşî di twîteke xwe da nivîsand "Tu me natirsînî, em natirs in, tu nikarî me dabeş bikî, em hemû Fransî ne. "

Samuel Paty yê 47 salî, mamosteyê dîrokê bû, roja Înê li rexên bajarê Parîs ji aliyê kesekî 18 salî ve hatbû kêr kirin piştî ku di waneya xwe da Mamoste, wêneyên karîkatorî yên pêxmberê mislimanan Mihemedî weke azadiya ramanê nîşan dabûn, ev bibû sedema turebûna hejmarek malbatên misliman. Misliman dibîjin nîşandana her wênekê Mihemedî kofire.

Êrîşkar yê 18 salî kesek ji esl da xelkê Şîşanê ye, demekê kurt piştî êrîşê êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat kuştin, polîsan heta niha 11 kes têkildarî tawana serjêkirina mamosteyê dîrokê girtine.

Kesên ku bo rêzgirtinê kom bibûn, maskên xweparastina ji COVID-19 li ber xwe kirbûn û siloganên weke "Bo wane gotinê Belê, bo serjêkirinê Na" herwiha digotin"Ez Charlie me" îşaret bo govara Charlie Hebdo ya ku ofîsên wê berî 5 salan rastî êrîşeka komkujiyê hatbûn, Pierre Fourniou yê 83 yek ji kesên nerazî got "Em jibo berevanî kirin ji komra xwe li vê derê ne, jibo nirxên komarê di: azadî, wekhevî, biratî û sekolarizmê da."

Li bere ku serokê Fransa Emmanuel Macron serokatiya civîneke ewlekarîyê ya dewletê bike.

XS
SM
MD
LG