Ajansa Reuters li gur polîsê bajarê Parîs îro çarşemê ragihand ku, wan şeva şemîya borî trombêleka barkirî ji botlên gazê li hember Dêra mezin(Katêdiraya) bajêrê Parîs dîtiye û xwediyê Otombêlê hatiye binçavkirin.
Weke polîs dibêje xwediyê trombêlê niha dibin çavan deye û navê wî di saziya îstxbaratê de heye, ew weke kesekî radîkal û bawermendekî Olî yê tundrê di lîsta polîs de hatiye tomarkirin.
Berpirsê polîsan gotiye dema wan ew trombêl dîtine layîtên wê yên agehdariyê di pêkirî bûn û 7 botlên gazê têde bûn, botlekî vala liser kursiya pêşiyê ya nefran hebû.
Berpirsekî din yê Polîsan gotiye, piştî lêgerînan wan çi aletên peqînê di trombêlê de ne dîtin e.