Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gumanbarê Êrîşên Parîsê Abdeslam Cara Yekê Diaxife


에콰도르 수도 키토에서 학생, 노조 그리고 원주민 단체로 구성된 시위대가 정부의 긴축 조처에 항의하는 시위 중 경찰과 충돌하고 있다. 
에콰도르 수도 키토에서 학생, 노조 그리고 원주민 단체로 구성된 시위대가 정부의 긴축 조처에 항의하는 시위 중 경찰과 충돌하고 있다. 

Medya Fransî îro Înê ragihand ku gumanbarê êrîşên Parîs'ê, di nameyeke ku ji jinekê re nivîsandîye de gotiye ku ew jiber xwe ve fedî nake.

Gumanbarê êrîşên ku di Mijdar'a 2015'an de pêk hatibûn, Salah Abdeslam, bersivandina pirsên dadgerên Fransî red kiribû û neaxivîbû. Rojnameya Liberation'ê dîyar kir ku Abdeslam bi nameyeke ku ji jinekê re nivîsandîye cara yekê axifîye.

''Berî her tiştî, ez ne di tirsa veşartina tiştekî nepenî de me. Çinku ez ji xwe fedî nakim, piştre ji tiştên tên gotin û gotinên ji wan xirabtir jî fedî nakim, '' Abdeslam di nameya ku ket fayla wî ya lêpirsînê de gotiye.

Liberation'ê jina ku name ji wê re hatiye nivîsandin, bi nav nekir. Rojnameyê da zanîn ku çend kesên din jî ji Abdeslam re name nivîsîne, lê wî tenê ji wê jinê re bersîv daye.

Di encama jimareke êrîşan de, ku di 13'ê Mijdar'a 2015'an de li Parîsa paytaxt pêk hatibûn, 130 kes hatibûn kuştin û 7 kesên ku êrîş li dar xistibûn, di operasyonên polîsan de hatibûn kuştin.

Abdeslam jiber alîkarîya lojîstîk ya jibo van êrîşan tê sûcdar kirin. Her du parêzerên Abdeslam, jiber ku wî bersivandina pirsên dadgehê red kir, di Cotmeh'a 2015an dîyar kiribû ku wan dev ji parastina wî berdaye.

XS
SM
MD
LG