Lînkên eksesibilîtî

Polîsên Fransî Êrîşkarekî Tundrê Birîndar Dikin û Wî Digirin


Polîsên Fransî kesekî ku li nêzîkî Dêra Notre-Dame li Parîsê, bi çakûç êrîş birîye ser efserekî polîsan bi guleyan birîndar kir û niha vêkolîn li dijî bûyerê tê kirin.

Piştî ku bûyer pêk hat, rêvebirîya polîsên Parîsê di hesaba xwe ya Twitterê de bang li gel kir ku nêzîkî cîhê êrîşê nebin.

Polîsên dijî terorê yekser piştî bûyerê, dest bi lêpirîsanan kirîye, lê heta niha sedemên êrîşê nayên zanîn.

Hin çavkaniyan xûya dikin ku kesê êrîş pêk anî, ji bilî çakûç, çeqûyek jî ligel wî hatiye dîtin û êrîşkar ji regez de xwendekarekî Cezayrî bû. Wî dema êrîş pêk anî gotiye ku ew êîrşê jibo Sûriyê ye.

Wek di dîmenên vîdyoyî de xuya dibe, li her derê herêma bûyerê, polîs û hêzên ewlekarîyê di amadebaşiyê de ne.

XS
SM
MD
LG