Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Parîsê Karanîna Maskan li Tevahîya Bajêr Mecbûr Dike


Walîtîya Parîsê dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona yên li wî bajarî li tevahîya wî bajêr karanîna maskan mecbûr dike.

Mecbûrîya bo karanîna maskan dê roja Înê destpê bike.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex bi preskonferansekê dîyar kir ku bo ew derketina derve sînordar nekin çi ji dest wan tê dikin.

Castex da zanîn ku li welêt 19 herêm ketine ‘’herêma sor’’ ya vîrusa korona û got ku li hemî dibistanan bo mamosteyan û xwendekarên ji 11 salî mezintir karanîna maskan dê mecbûr be.

Li Fransa di rojên dawî de hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona yên rojane 5000 derbaz dike ku ew ji Nîsanê vir ve hejmara herî bilind e.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa bi qasî 300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 30,581 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG