Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Koreya Başûr Park Îro li Kongresa Amerîkî Dipeyve


Seroka Koreya Başûr Park Geun-hye, li ber e îro Çarşemê di civêneke hevbeş de, li Kongresa Amerîkî axaftinekê dike.

Tê ragihansin ku di serdana birêz Park de giranîya mijaran li ser bernameya navokî ya Koreya Bakur e.

Xanim Park, piştî hevdîtina xwe ya bi Serok Obama re, li Qesra Spî got ku divê Seul û Washington gefên Pyongyang qebûl nekin û ti helwesteke germ nîşan nedin.

Serok Obama jî li ser heman babetê got, Amerîka hazir e ku bi danûstandinên dîplomatîk bi Koreya Bakur bike, bi şerta ku Pyongyang dev ji zimanê tund berde û rêa aştîxwaz bibejere.
XS
SM
MD
LG