Parlamana Ewrupa hilbijartina bo serokîya parlamanê li dar xist.
Berbijarê Demokratên Sosyal David Maria Sassoli di gera duyê de 345 deng sitand û bû serok.
Partîya Ewrupa ya Gel (EPP), ku di Parlamana Ewrupa de koma herî mezin e, dîyar kiribû ku ewê piştgirîyê bidin Sassoli.
Di Parlaman Ewrupa de 751 nûner hene û serokê wê bi piranîya dengan tê hilbijartin.
Endamên Parlamana Ewrupa bo 5 salan tên hilbijartin lê serokê parlaman 2,5 carê diguhere.