Dadgeha Tirk, bo parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu 4 sal û 7 meh ceza da.
Encu ji Girtîgeha Kocaelî bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) beşdarî rûniştina Dadgeha Cezaya Giran ya Şirnexê bû.
Dadgehê, bi hinceta çend tawanên propaganda û piştgirîya rêxistina terorî, 4 sal û 7 meh cezaya hepsê da Encu.
Encu îdiayên dadgehê qebûl nekirin û xwest ku were berdan, lê dadgehê red kir.
Hêjayî bîrxistinê ye, hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 11 parlamenterên wê partîyê girtî ne.