Parlamentoya Herêma Xweser ya Katalonya dîyar kir ku dê roja Pêncşemê kom bibe. Parlamento, dê biryara hikûmeta Îspanya ya roja Şemîyê dabû binirxîne.
Rêvebirîya Madrîdê dabû zanîn ku ewê dawî li erka hikûmeta Herêma Xweser ya Katalonya bîne, desthilata parlamentoya Katalonya sînordar bike û di 6 meh de li herêmê hilbijartina pêşwext li dar xîne.
Berdevkê Peywendîyên Derve yê Herêma Xweser ya Katalonya Raul Romeva dîyar kir ku ger Îspanya hewil bide li herêmê kontrolê bi dest bixe ewê berpirsên Katalan li gor fermanên hikûmeta navendî tevnegerin.
Romeva da zanîn ku kêşeya sereke demokrasî ye û got ku ger Yekîtîya Ewrupa (YE) rê bide ku Îspanya ji navendê Katalonya birêve bibe, ewê ti îtîbara wê yêkîtîyê nemine.
Cîgirê Serokwezîrê Îspanya Soraya Saenz de Santamaria dîyar ki ku ger xala 155’an ya qanûna bingehîn, ku rê dide hikûmetê ku Katalanya ji navendê birêve bibe, li senato were pejirandin, ewê desthilata Serokê Herêma Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont bi ti awayî nemine û mûçeya wî jî were birîn.
Saenz de Santamaria da zanîn ku piştî pejirandina xala 155’an dibe ku Madrîd karbidestekî demkî bo herêmê tayîn bike.
Li ber e ku Senatoya Îspanya xala 155’an û biryara bo hilbijartina pêşwext roja înê bipejirîne.
Îspanya dîyar kiribû ku referanduma serxwebûnê ya Katalonya, ku di 1’ê Cotmehê de li dar ketibû, dijî qanûna bingehîn e.
Rêjeya beşdarbûna referandumê 43 ji sedê bû û 90 ji sedê beşdaran bo serxwebûnê dengê ‘’erê’’ dabûn.