Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Fransî Pêşnîyara Jenosîda Ermenîyan Pejirand


Tirkên ku li Fransayê dijîn li dijî biryara parlemanê xwepêşandanê dikin
Tirkên ku li Fransayê dijîn li dijî biryara parlemanê xwepêşandanê dikin

Civata jêrîn ya parlemana Fransî pêşnîyara qanûna taybet ya li ser tevkujîya Ermenîyan qebûl kir. Li gorî vê qanûnê, haşakirina jenosîda ku ji alîyê Osmanîyan ve li dijî Ermenîyan ya dema Şerê Cîhanî yê Yekê dibe sûcek.

Tirkîyê hişyarî dabû Fransayê ku bi derbazbûna pêşnîyarê encamên neyênî di warên aborî û sîyasî de derkevin û ewê balyozê xwe yê ji Parîsê paşve bikşîne.

Ermenîstan dibêje, Tirkên Osmanî di encama sîyaseteke sîstematîk de dora mîlyon û nîvek Ermenî, berî û dema Şerê Cîhanî yê Yekê kuştin. Lê, Tirkîye tawana jenosîde înkar dike.

Qanûna Fransî her kesekî ku jenosîda Ermeniyan bi eşkereyî red bike, heta 1 sal cezayê zindanê û bi 59.000 dolaran ceza dike.

Li ber e, qanûna jenosîdê were pêş civata jorîn ya parlemanê anku Senatoyê Fransî.

XS
SM
MD
LG