Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Yemenê Penaparêzî Da Serok Salih


Parlemana Yemenê Penaparêzî Da Serok Salih
Parlemana Yemenê Penaparêzî Da Serok Salih

Parlemana Yemenê bi awayek fermî yasayek pesend kir ku penaparêziya sîyasî bide Serok Elî Ebdullah Salih ji dadigehî kirinê, li hemberî hindê ku ew dest ji desethilata xwe ya pêtirî 30 salan berde.

Ew qanûn, ya ji layê welatên cîran yên Kendavê ve hat pêşniyaz kirin, bi temamî û qanûnî birêz Salih ji lêpirsînê rizgar dike li ber her cure tometbar kirina gunehkariyan ku di nav desthilatdariya xwe ya 33 salan de encamp dabe.

Beşek ji wê rêkeftinê li meha 11 sala borî hat îmza kirin bi merema dawî anîn bi kêşeyê siyasî yê çend mehan.

Ew qanûna nû herwesa hinek penaparêziyê dide alîkarên siyasî yên serok jî ku niha gelek kêşe li ser heye. Herçend li dawiyê penaparêzî bo alîkarên wî hinek hat dabezandin.

Parlemanterên Yemenê pêwşwazî ji wê qanûnê kirin ku ji layê Civata Hevkariya Kendavê ve hatibû pêşniyaz kirin.

XS
SM
MD
LG