Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew Xwe ji Şerekî re Amade Nake, lê ji Şer jî Natirse


Fermandarê Sipayî Pasdaran Huseyîn Selam

Fermandarê Nobedarên Şoreşa Îranê (Pasdaran) Huseyîn Selamî îro Pêncşemê got ku Îran xwe ji şerekî re amade nake, lê ji ti şeran jî natirse.

“Em welatê xwe ber bi şerekî ve nabin, lê em ji ti şeran ji natirsin. Û em ji Amerîkîyan re dibêjin ku bi gelê Îranê re bi baldarî bipeyîvin. Hêza me heye ku em wan têk bibin û em ji wan natirsin,” Reutersê ji zarê Selamî ragihand.

Serfermandarê artêşa Îranê General Abdulrahîm Mûsevî jî her îro got ku hêzên wê hazir in ku hember “dijminan” bisekinin.

Serokê Amerîka Doland Trump Îran sûcdar kiribû ku êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi rêve dibe.

Serok Trump hişyarî dabû Îranê ku ewê hesabê kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bide.

XS
SM
MD
LG