Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Ermenî Dijî Serokwezîr Pashînyan Derketin Kolanan


Xwepêşandanên li Ermenîstanê 10 Mijdar, 2020
Xwepêşandanên li Ermenîstanê 10 Mijdar, 2020

Li Ermenîstanê îro Çarşemê bi hezaran xwepêşanderên Ermenî, bi sedema agirbesta bi Azerbaycanê ya piştî şerê 6 hefteyan, bi sloganên 'Nîkol xayîn e', karvekişandina Serokwezîr Nîkol Pashînyan daxwaz kirin.

Serokwezîr Nîkol Pashînyan piştî şereke giran ya navbera hezên Ermenîstanê û Azerbaycanê ya liser serwerîya herema nakok Nagorno-Qarabax 9'ê Mijdarê de bi navbeynkarîya Rûsyayê peymaneke agirbestê îmza kiribû.

Bi peymanê, Ermenîstanê serwerîya Azerbaycanê li heremên ku bi dest xistîbû û vekişandina xwe ya li 7 hereman qabûl kir.

17 partiyên siyasî banga xwepêşandana îro kirin da ku daxwazên jibo karvekişandina Nîkol Pashînyan xurttir bikin.

Li paytext Yerîvanê, rojek piştî xwepêşanderan ketin hindure hinek avahiyên hikûmetê de û serûbin kirin, çend hezar kes bo protestokirina ragihandina qedexekirina xwepêşandanên li kolanan, civyan.

Xwepêşanderên Çarşemê, hin ji wan maskeyên parastinê li xwe kirin, tevî girtina rêbereke navdar yê opozîsyonê navdar û bê baldarîya pandemîya vîrusa korona ku bandoreke dijwar ser Ermenistanê kirîye, kom bûn.

Agirbest, roja Sêşemê hate ragihandin, şerê herî xirab yê dehsalan ya li herêmê bidawî kir, û li Azerbaycan wekî serfirazî hate pîroz kirin.

Serokwezîr Paşînyan agirbest wek êşeke pir giran bi nav kir lê got ku bilî îmzakirina wî ti çare tunebû da ku têkçûnek dûr bixe.

Agirbestê tevgera leşkerî ya li Qerebaxê û derdora wê rawestand û di çerçova peymanê de, 2.000 leşkerên aştîparêz yên Rûsî li herêmê têne bicîh kirin.

Herema Nagorno-Qarabax ji alîyê civaka navneteweyî we wek beşekê Azerbaycan tê nasîn, lê piranîya nifûsê wê ji Ermenîyên etnîkî pêk tên û ji 1994'an vir ve, ji hêla wan ve tê kontrol kirin.

Ji destpêka 1990'an ve, Ermeniyên etnîkî li ser tevahîya Qarabaxê û ser hinek heremên girîng yên axa Azerbaycanê ya derûdora wê xwedî kontrola leşkerî bûn.

Lê, niha bi peymanê Ermeniyan piranîya herema Qarabax bixwe û hem jî herema derûdora wê winda kirin.


XS
SM
MD
LG