Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan dîyar kir ku wî bi rêberên Azerbaycan û Rûsya re ser bidawîbûna şerê li Nagorno – Qarabaxê peymanek îmza kiriye.
Ew peymana ku Pashinyan dibêje wan îmza kiriye, li dû şeş hefteyên bi pevçûnên giran rast tê.
‘’Ew biryar bi analîzên kûr yên rewişa şer û bi danûstandinên bi pisporên herî baş yên li qadê re hatiye dayîn’’ Pashinyan ji medya civakî got.
Wî da zanîn ku ew ne serketin e û dîyar kir ku heta ew nebêjin ku ew têkçûn e, ewê ne têkçûn be jî.
Hêzên Azerbaycanê roja Duşemê dîyar kiribûn ku wan li Nagorno – Qarabaxê bi dehan cîh bi dest xistine.
Medya dewletê ya Rûsya nûçeyên ser îmzakirina peymanê îmza piştrast kir lê ji alîyê Azerbaycanê ve hîn ti daxuyanîya fermî nehatiye dayîn.