Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikol Pashinyan Bû Serokwezîrê Ermenistanê


Nikol Pashinyan, ku li Ermenistanê pêşengîya protestoyan dikir, ji alîyê parlamentoyê ve wek serokwezîr hat hilbijartin.

Ji 105 parlamenterên Ermenistanê, 59 parlamenter piştgirî da serokwezîrîya Pashinyan.

Endamên parlamentoyê di dengdana hefteya borî de Pashinyan hilnebijartibû.

Pashinyan berî axaftina dengdanê dîyar kiribû ku Ermenistan divê êdî ‘’rûpelên nefretê’’ bigire û banga yekîtîya neteweyî kiribû.

Partîya Komarî ku ji 1999’an vir ve li desthilatê ye, li parlamentoyê xwedîyê 58 kursî ye.

Tifaqa Derketinê ya bi pêşengîya Pashinyan xwedîyê 9 kursî ye, lê li derveyî parlamentoyê bo piştgirîyeke xurt ji wî re heye.

XS
SM
MD
LG