Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îro Amerîka ji Peymana Trans-Pasîfîk Paşve Dikşîne


Serokê Amerîka Donald Trump, li ber e îro Duşemê Amerîka ji peymana Pasîfîk ya 12 dewletan bikşîne.

Danûstandinên Peymana Trans-Pasîfîk di sala 2009an de, dema serokê berê Barack Obama hatibû kirin, lê jiber dijberîya jimareke qanûndanêran, ji alîyê Kongresa Amerîkî ve nehatibû erê kirin.

Ehger ku bihata pejirandin, hîngê bazirganî ligel Japonya, Australya, Zelanda Nû, Malezya, Şîlî, Kanada, Meksîka û çar dewletên din dê bihata kirin û ew peyman wê 40 ji sedê aborîya cîhanê hembêz bikira.

Di berevanîya peymanê de, Obama gotibû ku divê destûr ji welatên wek Çînê re neyê dayîn ku ekonomîya cîhanê rêve bibin û divê ew ji alîyê wan ve bê nivîsin.

Serok Trump di dema kempeyna xwe de rexne li peymanên bazirganî yên pirnetewî kiribû, bi sedema ku ew rêkeftina zararê didine karkerên Amerîkî jiber ku kardarên wan karên heyî dibin welatên din yên bi buhayên nizimtir.

Trump soz dide ku peymana yekûyek bi dewletên cîhanê yên hweskar re îmza bike.

XS
SM
MD
LG