Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: Operesyona Tirkîyê y li Sûrîyê Dijî Destketinên Jinan E


Operesyona artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê ya dijî bakurê Sûrîyê di rojan 6’an de berdewam dike.

Hevserok û berdevkên jin yên Partîya Demoktîk a Gelan (HDP) û endamên jin yên HDK, ESP, DBP’ê di nav de gelek partîyan dijî operesyona Tirkîye li avahîya Komala Mafê Mirovan a Stenbolê daxuyanîyek hevbeş dan.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku daxuyanî xwend, got ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) şoreşa jinan hedef digire.

“Desthilatdarîya AKPê ji alîyekî ve bi sîyaseta xwe ya dijî aştîyê, ji alîyê din ve jî li hember ketina ji desthilata xwe, qeyrana aborî û sîyasî dixwaze bi hêceta “terore” bide hinda kirin. AKP bi vê polîtîkayê şoreşa gelên Kurd, Ereb, Suryanî û gelên din yên destketinên bi berdelên giran û wekhevîya û sîstema demokratîk armanc digire.”

Buldan di daxuyanîyê de operesyona Tirkîyê wek dagirkerî bi nav kir û dîyar kir ku ev operasyon dijî Kurdan û destketinên jinan e.

“Kesên ku piştgirî didin polîtîkaya Tirkîyê, divê bizanibin ku vê polîtîkayê herem dê careke din bike qada şer. Dîsa ev operesyon dê pêşî li çeteyên ku li ser van axan têk çûn zindî bike û pêşî wê li komkujî û sucên dijî mirovahîyê veke.”

MEB_14_10_2019_Operesyon_Buldan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00


XS
SM
MD
LG