Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokî di Navbera Fraksîyonên PDK Û YNK de, li Ser Awayê Birêveçûna Hilbijartinan


Avahiyê parlemena Herêma Kurdistana Îraqê - Hewlêr
Avahiyê parlemena Herêma Kurdistana Îraqê - Hewlêr

Serokê Komisiyona Bilinda Serbixwe Ya Hilbijartinan û Referandomê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan ji parlamentoyê daxwaz kirîye ku çareyekê ji Encûmena Komseriyê re bibînin ji ber ku dema wê bi dawî bûye.

Berpirsê Komisiyona Bilinda Serbixwe Ya Hilbijartinên herêma Kurdistanê Hindrîn Muhemed gote Dengê Amerîka "bi fermana serokê herêma Kurdistanê roja hilbijartinan hatiye destnîşankirin û me derbarê komisiyonê nivîsek ji parlemenê re şandîye, ji ber ku dema encûmena Komîsyaran bi dawî bûye û me daxwaz ji parlemenê kiriye ku biryarnameya serokê herêmê ji bo destnîşankirina roja hilbijartinan bihê derkirin, ji ber evê yekê kerem bikin çareyekê ji encûmena komisiyonan re bibînin."

Serokê Komisiyona Bilinda Serbixwe Ya Hilbijartinên dîsan weha jî got "ew encûmena ku dê bihê damezrandin dê proses û mekanizmên hilbijartinan saz bike û piştî hîngê encûmena niha dê bihê çalakkirin yan jî encûmenek nû bihê damezrandin, paşê ew dê bername û plana hemû karan ragihîne."

Derbarê daxwazên komîsyonê de Hindirîn Muhemed got, "me bi nameyekê daxwazên xwe ji parlamentê re şandin, ku şarekê ji encûmena Komsariyê re bibînin, da ku ew hilbijartin pêk bên yên Serokê herêma Kurdistanê bo 1ê meha 10 2022ê destnîşan kirine."

Di kongireyeka rojnamevanî de serokê fraksyona YNKê li parlemena herêma Kurdistana Iraqê, Ziyad Cebar got "divê qanûna hilbijartinan bihê serrastkirin, mixabin ku di kombûnaheft serokên fraksiyonan de li gel serokê parlemenê negihîştin ewê çendê ku ew bi me re ne û bi taybetî Partîya Demokrata Kurdistanê bo serrastkirina qanûnê, dema ku em behsa serrastkirina qanûna hilbijartinan dikin, di evê qanûnê de gelek kêmasî hene, ev qanûna berî 30 salan li herêma kurdistanê derketîye, herêma Kurdsitanê di maweyê van 30 salan de û di 5 xûlên palemenê de bi şêweke bazneyî hilbijartin encam danne, lê li gor tecrûbeya heyî zelal bû ku yek bazneyî êdî nikare hevsengiyê di navbera nûnerên bajarok û bajaran herêma Kurdsitanê de pêk bîne, bi taybet di nava parêzgehan de. Divê ku bibe 4 bazne da ku her parêzgehek li gor hejmara xwecihên lxwe nûnerên xwe bişîne parlemena Kurdistanê."

Serokê frakisyona YNK'ê got "Qeydên dengderan yên ku niha di Komîsyona Bilind a Herêma Kurdistanê de hene, her hemî hevrane ku qeydên ne zelalin, kesên mirine hêjî di wan qeydan de hene, qeydên dengdêrên ku di sala 2018'an de hatine hilbijartin û qeydên dengdanê yên ku di sala 2021'an de hatine girtin gelekî cuda ne, lewma em dixwazin qanûnê sererast bikin."

Ji alîyekî din ve di kongireyeka rojnamevanî de serokê fraksyona Partîya Demokrata Kurdistanê Zana Mela Xalid got "Ji bo raya giştî em di civîna serokê fraksyonan de bi îmzeya hemû serokên fraksyonên parlamentoya Kurdistanê ku şanzdeh fraksyonên parlemenê ne eşkere dikin û me biryar daye ku guhertinên qanûna hilbijartinan, mijara komîsyonê, pirsgirêka destûrî di çarçeva lihevhatin û peymanan de pêk bînîn, lê mixabin careke din YNK'ê prensîbên lihevhatin û lihevkirinê şikandin." Weke Zana Mela Xalid dibêje.

Raporta Hewlêr 06 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG